28 Mijdar 2015•Rojanekirin: 28 Mijdar 2015
PARÎS
Balyoz Jean Baptiste Matteiyê Nûnerê Nato yê daîmî yê Fransayê ji bo wê nûçeya di çapemeniyê da belav bûye ku dibêje "Tirkiye li pêşiya operasyonên têkoşînên dijî DAEŞê dibe asteng" got, "ev gotin bi giştî derew in".
Balyoz Mattei bi daxuyanekê di hesabê xwe yê fermî yê li ser Twîtterê da, tekzîba nûçeya Sputniknewsê kir.
Di daxuyaniyê da wisa hat gotin, "Dema ku min nûçeya Sputniknewsê ya der barê ku goya min di konseya Natoyê da li dijî Tirkiyeyê gotinên nexweş kirine, xwend ez şaş mam. Li gorî nûçeyê goya min gotiye 'Tirkiye li pêşiya operasyonên têkoşînên dijî DAEŞê dibe asteng' ew gotinên ku Sputnikê li ser navê min gotine bi tevahî derew in."
Mattei anî ziman ku wî di civîna konseya Nato da gotiye, pêwîst e rêz li yek parçeyiya axa Tirkiyeyê bê girtin û bangawaziya nehiştina rageşiyê kiriye.
Di 24ê mijdarê de di çarçoveya rêzikên angajmanê de balafira cengê ya Rûsyayê ji ber ku nasnameya wê nedihat zanîn û neteweya wê ne diyar bû, pêşî di nav 5 deqîqeyan de 10 caran tê hişyarkirin û dûv ra jî tê xistin.