Önder Beyter
12 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 13 Berfanbar 2017
CENEVRE
Yek ji berdevkên Komîteya Bilind a Muzakereyê (KBM) ya muxalifên sûriyeyî Yehya Arîdî der heqê telîmata Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn a vekişîna yekîneyên ûris ji Sûriyeyê da wiha got, "Em dixwazin prosedur û gavên ku wê aştiyê bînin Sûriyeyê bên avêtin. Her gaveke di vê çarçoveyê da ji bo me cihê kêfxweşiyê ye."
Berdevk Arîdî beriya hevdîtina xwe ya li Ofîsa Neteweyên Yekbûyî li Cenevreyê ya ligel Nûnerê Taybet ê NYyê yê Sûriyeyê Steffan de Mistura ya di çarçoveya gotûbêjên Cenevre 8 ya ku mijara wê Sûriye ye da, daxuyanî da rojnamegeran.
Arîdî di daxuyaniya xwe da behsa abloqeya rejima Beşar Esed a li Xûtaya Rojhilat kir û herwiha bangewazî kir ku alîkariya mirovî ya bilez bigihînin zarokên ku 10 kîlomêtro dûrî paytext Şamê ne. Arîdî wiha got, "Xelkê Xûtaya Rojhilat vê dorpêçê heq nake."
Li ser pirsa rojnamegerekî ûris a der heqê telîmata Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn a vekişîna yekîneyên ûris ji Sûriyeyê da Arîdî wiha xeberda, "Em dixwazin prosedur û gavên ku wê aştiyê bînin Sûriyeyê bên avêtin da ku gelê me bikaribe vegerin malên xwe, ser warên xwe. Bi taybetî jî divê kaosa ku bi destê milîsan çêdibe ji holê bê rakirin û herwiha divê dawî li cinayetên milîsan ên dijî gelê me were. Her gaveke di vê çarçoveyê da ji bo me cihê kêfxweşiyê ye."
- Heyeta rejimê daxuyanî neda
Mistura li gorî dema Tirkiyeyê di saet 13.00ê da ligel heyeta rejimê ku Beşar Ceferî serokê wê ye, civiya. Lêbelê piştî daxuyaniya ku qedera 2 saetî ajot, herdu aliyan jî daxuyanî neda.
Gotûbêjên Sûriyeyê ku di êvara 14ê mehê roja pêncşemê bi dawî dibe, 4 xalên sereke yên wekî rêveberiya berwext, destûr, hilbijartin û têkoşîna dijî terorê di xwe da dihewîne.