Nihat Kavşut
19 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 20 Rêbendan 2018
ANKARA
Fetullah Gulenê serekê Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) piştî ku di demên dawîn da hin esker û polês endamtiya rêxistinê îtiraf dikin û hin kesên din jî deşîfre dikin kesên dibin îtirafkar û endamên rêxistinê deşîfre dikin bi "kafirtiyê" sûcdar kirin.
Vîdeoyeke nû ya Gulen ku ji bona çalakbûna endamên rêxistinê û telîmatan dide hat amadekirin. Di vîdeoya ku li ser hesabên medyaya civakî yên nêzî rêxistinê da hat weşandin Fetullah Gulen kesên dibin îtirafkar û endamên rêxistinê deşîfre dikin bi kafirtiyê sûcdar dike.
Gulen di vîdeoyê da diyar dike rêxistin ji pêvajoyeke girîng ra derbas dibe û got hin kesan di vê heyamê da biryarên xelet dane.
Fetullah Gulen destnîşan dike di ciyê îtirafkirinê da divê li hember zextê ber xwe bidin û ev jî "xêr e".
Gulen diyar dike kesên dibin îtirafkar û kesên din deşîfre dikin "10 dan nimêj bikin jî di rêya Îslamê da dibin kafir."