Fatih Gazioğlu
19 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 19 Rêbendan 2018
ANKARA
Fewzî Cuneydiyê li Filistînê piştî biryara Amerîkayê ya wekî "paytextê Îsraîlê" naskirina Qudsê di bûyerên derketin da bûbû sembol got ku ew ê berxwedana xwe ya dijî dagirkirina Îsraîlê bidomîne.
Cuneydî di dema ziyareta xwe ya Ajansa Anadoluyê da daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Dagirkerên Îsraîlê bila bizanin ez ê berxwedana xwe ya biheq bidomînim. Rêvebirên Îsraîlê ji bo ku zarokên Filistînî beşdarî berxwedanê nebin û bitirsin ez binçav kirim. Lê ew bi ser neketin."
Cuneydî got ku ew 22 rojan binçavkirî ma û gelek êşkence li wî kirin. Cuneydî wiha got:
"Leşkeran li mil û singê min xistin. Ez her şev tehdîd dikirim. Jimara leşkerên Îsraîlê yên ku ez binçav kirim ji jimara kesên ku di wêne de derketibûn zêdetir bû. Ez bi saya pereyê (11 hezar lire) ku malbata min da hatim berdan."
- Ez spasiya Serokomar Erdogan dikim
"Wî gote min 'tu sembola berxwedana gelê Filistînê yî.' Ez ji ber vê gotina Serokomar Erdogan gelekî kêfxweş bûm. Min jî ser navê xwe û gelê Filistînê spasiya wî û gelê Tirkiyeyê kir. Ez dizanim rast e gelê Tirkiyeyê ji me gelekî hez dike, lê bawer bikin em ji wan zêdetir ji gelê Tirkiyeyê hez dikin."
Cuneydiyê Filistînî di 7ê berfanbarê da li bajarê El Xelîlê li Şerîeya Rojava ya ku dagirkirî ye, bi destê eskerên Îsraîlê çavên wî hatibû girêdan û bi wî hawî hatibû binçavkirin. Vî dîmenî jî herwiha di medyaya civakî da gelekî deng vedabû.
Doza Cuneydî li Mehkemeya Eskerî ya Oferê ya li rojavayê bajarê Remellahê çêbûbû. Cuneydî 10 hezar şekel (qasî 11 hezar lireyê Tirkiyeyê) kefalet dabû û biryar hatibû dayîn ku ew bêyî girtin were mehkemekirin.
Cuneydî wê di 19yê sibata 2018an de cardin di mehkemeya eskerî de bê mehkemekirin.