Haydar Şahin
20 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 21 Berfanbar 2017
XÛTAYA ROJHILATÊ /ANKARA
Haniya 5 mehî ya ku di êrîşa rejima Esed ya li ser Xûtaya Rojhilatê da birîndar bibû û sêwî mabû wefat kir.
Di êrîşên rejimê yên li ser Xûtaya Rojhilatê ya di dorpêça rejimê da kuştina merivan dewam dike.
Rejimê pêncşema borî êrîşî Eyn Termaya bajaroka Xûtaya Rojhilatê kiribû û di êrîşê da Xufrana diya Haniyê û Îman Mihemeda xwenga wê miribûn û Haniya dergûşa 5 mehî jî birîndar bibû. Haniya dergûş do bi şev çû rihma Xwedê.
Haniya ku bi malbata xwe ra li kuçeyan dijî di dema êrîşê da jî li kuçeyan bû û ji ber ku nikarin ji dorpêçê derkevin jî nehat dermankirin.
Haniya dergûş li navendeke tenduristiyê ya ku lê amûr û derman tunin hat dermankirin û 5 rojan tamîş bû.
Gelek şarapnel li qaf û pişta Haniya dergûş ketibûn û ji ber vê jî ezayên wê yên hundir texrîb bibûn.
- Xûtaya Rojhilatê vegeriya goristana dergûş û zarokan
Rejima Esed birçîbûn wek sîlah bi kar anî û li herêma ku serjimara wê 400 hezar kes e herî zêde zarokên ku nîvê serjimarê ne di tesîra dorpêçê da man.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji Nexweşxaneya Îxtisasê ya Li Çola Şamê sitand, ji sala 2014an vir da 527 zarok hatin kuştin. Di sala 2014an da ji ber dorpêça ku bû sedema birçîbûn û bêdermanbûnê 15 dergûş mirin û di 10 mehên ewil ên sala 2017an da hejmar gihîşte 227an.
Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNÎCEF) dibêje ku 137 zarokên emrê wan di navbera 7-17an da ji ber birçîbûnê nexweş ketin dibê demildest ji Xûtaya Rojhilatê bên texliyekirin.
400 hezar kesên li rojhilatê Şamê 5 sal e di dorpêçê da ne. Hetanî nîsana îsal bi rêyên qaçaxî û ji tunelan ra kêm be jî xurek dihate Xûtaya Rojhilatê. Lêbelê komên terorîst ên alîgirê rejimê yên biyanî abluqe berfireh kirin û êdî îmkan tune ku xurekê û dermanan bibin herêmê.