Abdullah Tel
16 Gulan 2018•Rojanekirin: 17 Gulan 2018
LAHEY
Mîsyona Tespîta Rewşê (FFM) ya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (RQÇD) diyar kir ku di êrîşa 4ê sibatê li Sarakîba navçeya Îdlibê hat kirin da îhtimale ku xaza klorê hatiye bikaranîn û vê yekê piştrast kir.
Rapora RQÇDyê êrîşa li ser Sarakîba navçeya Îdlibê ku di 4ê sibatê da qewimîbû hat eşkerekirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku di encama xebat û lêkolînên ku FFMyê birêvebir da di êrîşa li ser Sarakîba navçeya Îdlibê ku 4ê sibatê pêk hatibû da îxtimale xaza klorê hatiye bikaranîn.
Hat gotin ku bi netîceya lêkolîn û cerban va ev encam hat bidestxistin û rapor ji hin dewlet û Lijneya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî ra hat şandin.