Haydar Şahin
16 Gulan 2018•Rojanekirin: 17 Gulan 2018
ANKARA
Hesen Rûhaniyê Serokomarê Îranê diyar kir ku Amerîkayê balyozxaneya xwe ji Tel Avîvê barî Qudsê kir û ev li berevajiyê biryara Neteweyên Yekbûyî (NY) ye û zirarê dide aştî û îstiqrarê.
Li gor xebera televizyona dewletê Rûhanî di Lijneya Wezîran da axivî û got ku Amerîka Îsraîl hewl didin bi lîstikan alema Îslamê ji Qudsê dûr bixin.
Rûhanî destnîşan kir ku Amerîkayê balyozxaneya xwe ji Tel Avîvê barî Qudsê kir û ev li berevajiyê biryara NYyê ye û zirarê dide aştî û îstiqrarê.
Rûhanî wiha pê da çû: "Rejima siyonîst û Amerîkayê wetrê dema zextê bînin serê gelê Filistînê ew ê wan ji mafên wan ên meşrû mehrûm bikin Mislimanê ji dinyayê ji Qudsê dûr bixin. Ev şaşiyeke mezin e. Nikarin Qudsê ji milyar û nîvek mislimanî biqetînin."
- "Xwîna gelê Filistînê rijandin"
Rûhanî bal kişand ser êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê û wiha axivî: "Di roja Nekbeyê da gelê Filistînê yê Misliman destvala derket meydanan. Her kesî dît ku siyonîstan bi fîşengên rastî gule berî gel dan. Bi dehan kes kuştin û bi hezaran kes jî birîndar kirin."