Dilara Zengin Okay
18 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 18 Rêbendan 2023
Hat diyarkirin Microsofta ku yek ji şirketên teknolojiyêyên Amerîkayê ye amadehiyê dike ku ji sedî 5ê xebatkarên xwe ji kar derxîne.
Di nûçeya Sky Newsa Îngîlîz da hat ragihandin ku şirket amadehî dike ku bi hezaran kesî ji kar derxîne.
Di nûçeyê da hat ragihandin ku Microsofta ku ji 220 hezarî zêdetir kesî îstihdam dike plan dike ku biqasî ji sedî 5ê karê xwe kêm bike û ev yek jî tê wateya ku kêmzêde 11 hezar kesî ji kar derxîne.
Herwiha di nûçeya Bloombergê ya ku sipart çavkaniyên bênav da hat diyarkirin ku Microsoft dê 18ê rêbendanê da hin yekîneyên endezyariyê da ji kar derxîne.