Muhammet Kurşun
28 Hezîran 2017•Rojanekirin: 28 Hezîran 2017
PARÎS
Hat îddiakirin ku Fransayê di kêliya komkujiya Ruandayê de li ser Tutsiyan, digel ambargoya NYê jî careke din çek dane Hututan
Rojnamevan Patrick de Saint-Exuperyê ku bi nivîsên xwe yên der barê qirkirina Tutsi û Hutuyan ji aliyê milîsên tundrev ên Hutuyan sala 1994an de tê zanîn, ji bo kovara "XXI" meqaleyek bi sernavê "Sûcên me yên li Efrîqayê" nivîsand. Saint-Exupery xwe sipart arşîvên Fransayê û îddia kir ku Fransayê piştgirî daye qirkerên Ruandayê.
Saint-Exupery di meqaleya xwe de bibîr anî ku 2 hezar û 500 eskerên Fransayê di bin navê "Operasyona Turkuazê" de ber bi herêmê ve hatine şandin da ku rê li ber qirkirinê bigirin. Lê bi fermana veşartî ya ku bo eskeran hatiye şandin daxwaz hatiye kirin ku milîsên Hutu dîsa werin çekdarkirin.
Saint-Exupery ev îddia sipart berpirsekî dewletê yê ku ji 80 zêdetir belgeyên bi talîmata Serkomarê berê yê Fransayê François Hollande hatine vekirin kontrol kirine û îddia kir ku emrê çekdarkirina Hutuyan ji aliyê Sekreterê Giştî ê Serkomarê wê demê François Mitterand ,Hubert Vedrine ve hatiye dayîn.
Saint-Exupery, bal kişand ser wê yekê ku ferman piştî 17 Gulana 1994'an ku NYê ambargoya çekan danî ser Ruandayê hatiye dayîn.
François Mitterrand, di hevpeyvîna rojnameya Le Figaroyê ya1998an de gotibû: "Qirkirina li wan welatan ne tiştekî ew qasî muhîm e."