Nihat Kavşut
28 Hezîran 2017•Rojanekirin: 28 Hezîran 2017
DEYRÎZOR/ANKARA
Li rojhilatê Sûriyeyê li Deyrîzora di destê DEAŞa rêxistina terorê da ye operasyona esmanî hat kirin û di operasyonê da qederê 50 sivîl hatin kuştin.
Fîras Ellawiyê aktîvîstê herêmê yê li Dablana beldeya Deyrîzorê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "3 balafirên şer yên em texmîn dikin yên koalîsyonê ne ber destê sibehê dema cotkar diçûn ser karê xwe êrîşa esmanî kirin."
Ellawî destnîşan kir di êrîşa esmanî da herî kêm 50 sivîl hatin kuştin û wiha got: "Di bombebaranê da bombeyên misketê avêtin wesaîtên pale û cotkar tê da bûn. Di nav kesên kuştî da zarok û jin hene. Kesên birîndar jî rakirin nexweşxaneyê."