Li gorî lêkolîna herî berfireh a ku li ser hebûna safî hat kirin û di kovara hefteyî ya Forwardê ya bi destê civaka cihû ya li DYAyê tê weşandin de hat çapkirin, hebûna safî ya Komeleyên Cihû 26 milar dolar e. Saziyên civaka sivîl ên cihûyan ên xebatên lobiyê birêvedibin, di polîtîkaya hundir û derve ya DYAyê de xwedî roleke taybet in.
- Para herî mezin a Îsraîlê ye
Der barê bexşînên komeleyên cihûyan de carinan li DYAyê nîqaş dihatin kirin, lê belê ev cara ewil e ku lêkolîneke ewqas berfireh li ser hat kirin û wek rapor hat amadekirin û weşandin.
Li gorî encamên lêkolînan para herî mezin ji bo saziyên alîkariya Îsraîlê dikin, tê veqetandin.
Li gorî lêkolînê ji sedî 38an pere ji bo alîkariya Îsraîlê, ji sedî 20 ji bo perwerdeyê, ji sedî 20 yê din jî ji bo xizmetên civakî û tenduristiyê tê veqetandin.
Di nav bajarên ku herî zêde alîkariya saziyên cihûyan dikin di rêza yekemîn de New Yorka ku lê civateke mezin a cihûyan dijî cih digre.
Piştî New Yorkê eyaleta Calîfornîaya ku di Hollywooda wek dilê sînemaya dinyayê tê zanîn de ye, di rêza duyem de cih digre. Tê îfadekirin ku çêkerên cihû di piyaseya fîlman de xwedî pareke mezin in û piştgiriyeke mezin didine saziyên cihû û Îsraîlan. Di rêza sêyem de jî Ohîo cih digre.