Sîsî di televizyona dewletê de xeberda û got: Li pêşberî me misriyan wezîfeyeke ku divê guh bide daxwaz û bendewariyên gel heye. Em ji bo lihevkirinê li hundir û derveyî welêt destê xwe didin her kesî."
Di axaftina xwe de Sîsî bilêv kir ku Misir welatekî xwedî rêz û prestîj e û wiha dewam kir: "Ji text daxistina Husnû Mubarek û Mihemed Mûrsî ne bi destê artêşê, bi vîn a gel ve pêk hat. Min ji bo namzetiya serokomariyê ji wezîfeya xwe îstifa kir. Ez namzetekî xwediyê bername û vîzyonê me. Lijneya hilbijartinê çawa ku serlêdana min erê bike ezê der heqê xebatên xwe de agahiyan bi gel re parve bikim. Misir bi gel û çavkaniyên xwe welatekî dewlemend e û xizaniya wê nayê qebûlkirin. Ezê ji bo misreke ji tirsê dûr têbikoşim."