Sevim Hatun
10 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 10 Cotmeh 2017
CENEVRE
Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî (ILO) ragihand ku di sala 2017an de li gor rêjeya kurewî hejmara bêkaran 3,4 milyon zêde bû û ev hejmar gihîşt 201 milyonî.
Di rapora ILOyê ya "Di sala 2017an de li Dinyayê Îstixdam û Rewşa Civakî" de hat diyarkirin ku bi taybetî "Kargehên Biçûk û yên Navîn" di îstixdama li seranserê dinyayê de xwedî ciyekî girîng in.
ILOyê hişyarî da got ku di sala 2017an de rêjeya bêkariyê ji sedî 5,8an zêde bûye û bal kişand ser rêjeyê got demeke dirêj wê ev rêje danekeve.
Di raporê de hat diyarkirin ku hejmara bêkaran li dinyayê ji 201 milyonê derbas bûye, di vê qadê de li gor sala 2016an 3,4 milyon zêde bûye.
Di raporê de hat gotin ku di sala 2016an de li dinyayê 2,8 milyar kes di sektora taybet de dixebitîn û ev hejmar li dinyayê ji sedî 87yan temsîl dike.