15 Nîsan 2016•Rojanekirin: 22 Nîsan 2016
ANKARA
Li Tirkiyeyê hejmara dergûşên ku zindî çêbûn sala par li gor salek berê ji sedî 1,4 kêm bû û bû milyonek û 325 hezar û 783.
Saziya Îstatîstikê ya Tirkiyeyê (TUÎK) daneyên welidînê ya 2015an eşkere kir.
Li gor daneyên revîzekirî yên 2014an hejmara dergûşên ku zindî çêbûne milyonek û 345 hezar û 286 bû û salek berê ji sedî 1,4 kêm bû û bû milyonek û 325 hezar û 783.
Li gor daneyên dergûşên ku sala par çêbûn ji sedî 51 lawik û ji sedî 49 jî keçik çêbûne.
Bajarê ku herî zêde lê zarok çêdibin bi rêjeya xwe ya ji hezarî 33,2 Şanliurfa ye. Li pey Şanliurfayê bi rêjeya ji hezarî 29,5 Şirnex, ji hezarî 28,7 Agirî û ji hezarî 27,1 Wan tê. Li ciyên ku kêm jî rêje wiha ye ji hezarî 10,4 Çanakkale, ji hezarî 10,5 Edirne û bi rêjeya ji hezarî 10,7 jî Karabuk, Kirklarelî û Gîresun tê.