Türkan Tosun
10 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 10 Cotmeh 2017
BOGOTA
Li Kolombiyayê Hêzên Çekdar yên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) ya ku dev ji çekan berda û bû partiyeke siyasî qeyda xwe li Konseya Hilbijartinê ya Neteweyî (CNE) çêkir.
Rêvebirê partiyê Ivan Marquez piştî ku belge teslîmî CNEyê kir wiha got: "Pevçûna biçek a ku ji nîv sedsalî zêdetir e zirar dida Kolombiyayê ji vê saetê pê va êdî bû dîrok."
Rayedarên din ên partiyê Jesus Santrîch, Rodrîgo Granda û Vîctorîa Sandîno jî bi Marquez re çûn konseyê.
Partî di siyasetê de jî wê navê FARCê (Fuerza Alternatîva Revolucîonarîa del Comunbî) kar bîne. Di logoya partiyê de jî guleke sor a ku di navenda wê de stêrk heye tê bikaranîn.
Li ser hesabê Twîtterê ya partiyê de hat gotin ku partiyê qeyda xwe çêkiriye û hemû şert anîne cih û wiha hat gotin: Milyonan kes wê bi me re tevbigerin."
Kongreya avabûna partiyê di dawiya meha tebaxê de li Bogotayê dest pê kiribû û di serê meha îlonê li qada Bolîvarê bi pîrozbahiyekê ve dawî bûbû.
FARCê di cotmeha 2016an da bi hikûmetê ra peymana aştiyê îmze kiribû û dawî li şerê çekdarî yê 52 sal dewam kir anibû. Milîtanên FARCê li gor peymanê kozikên xwe terikandibûn û derbasî hin herêmên din bûbûn. Lê hin komên milîtanan çekdanînê red kiribûn û ragihandibûn ku wê li gor şertên peymanê tevnegerin.
FARCê di 17ê adara 2017an de 140 çekên xwe teslîm kiribû û di nav şerê 52 salan de cara ewil danîbû.