Abdullah Tel
25 Gulan 2018•Rojanekirin: 26 Gulan 2018
ST. PETERSBURG
Hat ragihandin ku Rosneft a şirketa neftê ya Rûs û Herêma Kurdistana Iraqê di mijara pêşvebirina bazirganiya xaza siruştî ya li Bakurê Iraqê û avakirina xeta boriyê ya xaza siruştiyê da peyman îmze kirin.
Di daxuyaniya Rosneftê da hat gotin ku herdu alî di çarçoveya Foruma Aboriya Navneteweyî ya St. Petersburgê da hatin cem hev û li ser mijara pêşvebirina bazirganiya xaza siruştî ya li Bakurê Iraqê peyman mohr kirin.
Di çarçoveya peymanê da ji bo pêşvebirina bazirganiyê wê bi şirîkatî planek bê amadekirin û di mijara avakirina xeta boriyê ya xaza siruştî da jî wê hevkarî bê kirin.
Rosenft a şirketa neftê ya herî mezin a Rûsyayê ye û par jî di çarçoveya peymana temînkirina neftê da ji Herêma Kurdistanê ra 2,1 milyar dolar pere şandibû.
Rûsya bi projeyên xwe yên vejenê va dixwaze ku tesîra xwe ya li Rojhilata Navîn di demên dawîn da zêdetir bike û Rosneft jî di nav şirketên biyanî yên ku herî zêde li Bakurê Iraqê veberhênanê dikin da cih digire.