Fatih Gazioğlu
25 Gulan 2018•Rojanekirin: 26 Gulan 2018
KOLN
Serokê Navenda Kordînasyona Hilbijartinên Derveyî Welat ya AK Partiyê Mustafa Yeneroglu ji ber mitînga HDPê ya ku wê sibê li Kolnê were kirin bertek nîşan da.
Mustafa Yeneroglu daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê got ku dewleta Almanyayê cot standardiyê dike ji xeynî AK Partiyê rê dide hemû saziyên dijî Tirkiyê.
Parlamenterê AK Partiyê wiha axivî: "Hemû rêxistinên li dijî Tirkiyeyê dikarin li Almanyayê hemû çalakiyan bikin, qedexeya qaşo ya bangeşeya hilbijartinan tenê ji bo AK Partiyê heye"
Yeneroglu nirxandina xwe domand:
"Wekîlên me gava ku tên Almanyayê hê li balafirgehê ne polêsan didin pey wan da ku bi xelkê re kom nebin. Lê em dibinîn ku parlamenterên HDPê bi saya organîzasyonên PKKya rêxistina terorî dikarin li hemû herêmên Almanyê mitîngan bikin. HDP li gelek ciyan civînên salonê li dar dixe û bi unsûrên dijî ewlehiya Tirkiyeyê re hereket dike. Almanya jî li hemberî van çalakiyan bideng dimîne û ji wan re tiştekî nabêje."
Yeneroglu der barê mitînga HDPê ya ku wê sibê were kirin de wiha got: "Me çend caran hikûmeta Almanyayê hişyar kiriye. Lê wan tu caran guh nedaye me. Mitînga ku sibê dê were kirin helbet nayê qebûlkirin. Bila gelê me bizane. Dewleta Almanyayê di hilbijartinên Tirkiyeyê de teref digire û xwe têkilî karên Tirkiyeyê yê hundirîn dike. Ev hereket wê zirarê bide têkiliyên me û Almanyayê."
Yeneroglu bona hilbijartinê bangî civata Tirkên ku li Almanyayê dijîn kir û got ku bila miheqek roja hilbijartinê biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin.