MÛSIL
Piştî ku Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) Mûsil bi dest xist tundiya ku dest pê kir pekiya bajarên din jî û pêşmergeyan jî bandora xwe zêde kirin. Di sala 2003yan de piştî ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Iraq dagir kir, li gor benda 140emîn a Destûra Bingehîn a Iraqê ciyên bêstatu wek "herêmên binîqaş" hatin binavkirin. Di encama dagirkirina DÎŞIyê ya li Mûsilê "herêmên binîqaş" ketin destê pêşmergeyan.
Pêşmergeyan bajarê Kerkûkê, navçeyên Şengal û Mexmûrê ên li bakurê Mûsilê, herêmên li bakurê Diyalayê û Tuzhurmatuya navçeya Selaheddînê bi dest xistin.
Piştî rageşiya li Iraqê pêşmergeyan bandora xwe zêde kirin. Pêşmerge û artêşa Iraqê berê di mijara Kerkûkê de hatibûn pêşberî hev û pêşmergeyan sînorê bajêr ê başûr heta Hemrînê dirêj kiribû. Kurdan piştî êrîşên DÎŞIyê hemû "herêmên binîqaş" bi dest xistin.
- Pêwîstî bi referandûmê nema
Di Destûra Bingehîn a Iraqê de di serî de Kerkûk statuya hin navçeyan nehatibû diyarkirin. Ji bilî Kerkûkê gerek statuya herêmên wek Sincar, Mexmûr, Xaneqîn û Medeliyê li gor benda 140an bihata tayînkirin.
"Herêmên binîqaş" di navbera hikûmeta navendî ya Iraqê û herêma Kurdistanê de tim dibû mijara nîqaşê û nedihat parkirin. Li gor benda 140emîn a Destûra Bingehîn a Iraqê gerek heta dawiya sala 2007an li gor jimartina nifûsê û referandûmê "herêmên binîqaş" an biketa ser herêma Kurdistanê yan jî biketa ser hikûmeta Bexdayê.
Li gor rewşa ku derket holê ji bo statuyê pêwîstî bi referandûmê nemaye û pêşmerge li van herêman bûne xwedî hêz.
Ewlehiya avçeyên Rabia û Sincarê yên li bakurê Kerkûkê û Mûsilê êdî di destê pêşmergeyan de ye. Lewra piştî êrîşên DÎŞIyê artêşa Iraqê ji van deran vekişiya.
Li vê herêmê ciyên ku ereb lê zêde ne hene. Rabia dereke wiha ye û ewlehî di destê pêşmergeyan de ye. Di navbera pêşmerge û gel de pirsgirêk derneketin. Bendava Mûsilê û santrala ceyranê yên li vir jî ketin destê pêşmergeyan.
Sînorê Sûriye û Iraqê ji Zaxoyê bigire heta bakurê Mûsilê û heta Enbarê di destê pêşmergeyan de ye. Piştî artêşa Iraqê ciyên ku DÎŞI jî jê vedikişe hemû çekên giran û wesaîtên leşkerî ketin destê pêşmergeyan. Li ciyên di destê pêşmergeyan de heyat diherike, ji ceyranê bigir heta înternetê hemû xizmet tên dayîn û hemû sazî dixebitin.
-Êdî tu hêz nikare me ji van herêman derxe
Fermandarê herêmên binîqaş Serbaz Evdirehman Kewrînî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Îcar benda 140an pêk hat. Herêmên bi pirsgirêk ji bavê berê de welatê me ye, hêzên me bi cî bûn. Êdî tu hêz nikare me ji van herêman derxe."
Kewrînî destnîşan kir ku piştî ku artêşa Iraqê bêyî şer bike vekişiya û DÎŞI hat, midaxeleyî herêmê kirin û wiha got: "Li herêmên binîqaş ala Kurdistanê li ba dibe. Pêşmerge li Sincar, Mexmûr, Rabia, qismeke Mûsilê û li navçeyên Xaneqîn, Mendelî û Celewlaya Diyalayê bi cî bûn. Dema bicîbûnê de pêşmerge û DÎŞI rastî hev hatin û carna pevçûn jî derket."
Kewrînî diyar kir ku ciyê ku ketine destê pêşmergeyan axa Kurdistanê ye û wiha axivî: "Pêşmerge nakevin axa ereban, dê sînorên Kurdistanê derbas nekin. Em ê ji van herêman dernekevin."
Kewrînî destnîşan kir ku bi êrîşên DÎŞIyê ve pêvajoya perçebûna Iraqê dest pê kiriye û wiha got: "Bi êrîşên DÎŞIyê perçebûna Iraqê det pê kir. Gelê Iraqê ji serê ser de di bin zilmê de ye. Li Iraqê kurd, erebên sunî û erebên şiî hene. Tu kes naxwaze bi hev re bijîn. Ya bi xêr ew e ku Iraq bibe 3 perçe û her kes li ser axa xwe bijî."
Pêşmergeyan li ciyên ku tirkmen hene jî kontrol bi dest xistine. Pêşmerge amadehiyê dikin ku kontrola navçeya Telaferê bi dest bixin. Tê gotin ku heke tirkmen bixwazin dê têkevin navçeyê. Lê niha tirkmen naxwazin pêşmerge bikevin Telaferê.
Fermandarê Sînunê Qasim Tewfîq jî diyar kir ku ji 5 hezarî zêdetir hêzên ewlehiyê bêyî ku guleyekê jî bavin herêm terikandin û wiha got: "DÎŞI tenê nîne, eşîr û Beasiyên berê piştgiriyê didin. Artêşa Iraqê ji vir derxistin. Li ser vê pêşmergeyan ewlehî saz kir. DÎŞIyê armanca xwe eşkere kir, hedefa wan Bexda, Necef û Kerbela ye. Dema ku vegerin dibe ku îdia bikin ev axa me ye û bi me re şer bikin. Qedera Iraqê dê di pêşerojê de diyar bibe."