KERKÛK
Pêşmergeyên Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) heta navenda KerkÛkê hatin û bajêr ji endamên Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) diparêzin. Lê hebûna wan a li Kerkûkê tirkmenan aciz dike.
Serokê Eniya Tirmenên Iraqê (ETI) Erşed Salihî di daxunayia ku da nûçegihanê AAyê de diyar kir ku ew ji vekişîna artêşa Iraqê qet kêfxweş nînin.
Piştî vekişîna artêşê ji bo parastina Kerkûkê pêşmerge hatin bajêr û kontrol bi dest xistin, Salihî diyar kir ku ew vê yekê qebûl nakin û li gor wan divê pêşmerge li derveyê bajêr bi cih bibûna û wiha dewam kir: "Em tirkmen li Kerkûkê ji hebûna pêşmergeyan aciz in. Em vê yekê qebûl nakin. Li gor me divê pêşmerge tenê Kerkûkê neparêzin."
Salihî îdia kir ku hin hêzên artêşê bi xwe vekişiyane lê hin ji wan jî bi zora pêşmergeyan bajar terk kirine û wiha pê de çû: "Di vê roja zehmet de lazim e ku pêşmerge piştgiriyê bidin artêşê lê ew ketin baregehên leşkeran û çekên wan ji wan stendin. Paşê yekîneyên leşkeriyê talan kirin. Em avakirina artêşeke ku bi tenê ji kesên heman mezhebî û yan jî ji heman nijadê tên rast nabînin. Tevgereke wiha dê ji bo artêşa Iraqê bibe hezîmet."
-"Li Telaferê rewş krîtîk e"
Salihî dixwaze ku li nêzî Kerkûkê yekîneyeke leşkerî bê avakirin û leşkerên payebilind jî bila ji kurd, tirk û ereban bên hilbijartin.
Ji bo rewşa Telafer a ku ji navçeyên mezin ên Kerkûkê yeke jî Salihî got: "Pêşmergeyên ku nêzî Telaferê bûne dixwazin kontrola navçeyê jî bi dest bixin. Ji bo ku bikaribin Telaferê biparêzin dixwazin ku bila her kes çekên xwe teslîm bike. Ev tevger jî tevgereke ne rast e. Ev tevger ji bo firehkirina ax û sînorê Kurdistanê tê kirin. Hemû şêniyên Telaferê tirkmen in, em dixwazin ku bila Telafer ji aliyê şêniyên Telaferê ve bê parastin."