SILÊMANÎ
Partiya Demokrat a Kurdîstanê (PDK) di hilbijartinên parlamentoyê de bibû yekemîn, lê dê bi kîjan partî an jî partiyan re hikumetê ava bike hê jî ne diyar e. Tê mereqkirin ku "Gelo PDK dê bi Yekitiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) ku hevpeymana stratejîk mohr kirine re an jî bi partiyeke din re hikûmetê ava bike?" Ji aliyê din ve, di navbera muxalefetê de jî rûdanên balkêş pêk tên.
Nûnerên Partiya Goran, Partiya Yekitiya İslamê (Yekgirtu) û Partiya Civaka Îslamê (Komela) li Silêmaniyê encamên hilbijartinê û damezirandina hikûmeta nû nirxandin.
Ji Yekgirtuyê Ebabekir Heledanî got biryar dane ji bo ku li ser hin mijaran helwesteke hevpar diyar bikin dê bi awayekî berdewamî kom bibin û wiha dewam kir: "Em ê di van civînan de diyar bikin ka em ê tev li hikûmeta nû bibin an na."