Elif Orhan
10 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 11 Cotmeh 2017
BEXDA
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî diyar kir ku mijara pêkanîna ewlehiya herêmên binîqaş di bin rayeya birêvebiriya navendî de ye û bangî hêzên pêşmerge yên wan herêman kir ku bi hêzên rêveberiya federal re nekevin pevçûnê.
Serokwezîr Ebadî li qesra hikûmetê ya li paytext Bexdayê civîna çapemeniyê kir û der barê bangên diyalogê yên bi Bexdayê re yên Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) yên ji ber referandûmê got ku "Diyalogek girêdayî yekîtî û bihevrebûna Iraqê, rêzgirtina hember destûra bingejîn û betalkirina referandûmê ye. Emê bi tu kesî re referandûmê nîqaş nekin û heta ku ev neyê betalkirin jî dê mizakereyan nekin."
Ebadî der heqê îdiayên konfederasyonê ya ku van demên dawîn gelekî tê rojevê de got ku "Mijara konfederasyonê mijareke wisa ye ku divê destûra bingehîn bê guhertin û ji sêyan yekê tesdîqa parlementoyê bê sitandin. Bi herêma Kurdistana Iraqê re dê cihêbûn an jî jêbirîn çênebe."
- Ji bo Pêşmerge banga "nekevin pevçûnê"
Ebadî qala mijara pêkanîna ewlehiya herêmên binîqaş jî kir û wiha axivî: "Mijara pêkanîna ewlehiya herêmên binîqaş di bin rayeya rêveberiya navendî de ye. Ez bangî hêzên pêşmerge yên li wan herêman dikim ku bi hêzên birêvebiriya federal re nekevin pevçûnê. Emê hember teşebûsên parçebûna Iraqê destgirêdayî nesekinin."
Ebadî der barê mijara ji bo Bexdayê kişandina operatorên telefonên destan ên li HKIyê de got ku "Operatorên telefonên destan dan zanîn ku dê biryara rêveberiya federal tetbîq bikin."
Serokwezîrê Iraqê Îbadî der barê mijara neftê de daxuyanî da û destnîşan kir ku nefta li Iraqê para hemû gelê Iraqê ye û wiha axivî: "Hemû serokên cîhanê beyan kirin ku piştgirî didin peywira rêveberiya federal a ji bo li axên welêt pêkanîna kontrolê."
- "Îsal dê bibe dawiya DAEŞê"
Ebadî der heqê operasyonên ser DEAŞa rêxistina terorê de got ku "DEAŞ li her derê ketiye nav panîkê. Hêzên me yên ewlehiyê cihên ku tu hêzên eskerî di heyama rejima berê de nedikariya bikevinê xilas kir. Wekî ku me berê soz dabû îsal dê li Iraqê dawiya DEAŞê bê."
Ebadî qala ziyareta xwe ya Fransayê ya ku demek kurt berê niha çûyê kir û got ku Fransa piştgirî dide yekîtiya Iraqê û parastina desthilatdariyê. Ebadî da zanîn ku şirketên Fransayê dixwazin ku li Iraqê veberhênanê bikin û got ku dê ji bo van şirketan hêsaniyan bikin.
Serokwezîrê Iraqê qal kir ku ji bo perwerdeya hêzên têkoşîna dijî terorê peymana bi Fransayê re tesdîq kirin.