Elif Orhan
10 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 11 Cotmeh 2017
WASHINGTON
Berdevkê Pentagonê Albay Rob Manning ragihand: "Wezareta Karên Derve geşedanên dîplomatîk ên navborî yên bi Tirkiyeyê re rojane radigihîne. Lê belê ez li vir vê bibêjim Tirkiye hevkareke hêzdar a koalîsyonê ye û mitefiqekî me yê nêz ê NATOyê ye. Ez teyîd dikim ku van geşedanan tesîrê operasyonên me yên wir û xebatkarê me nekirin. Hêmanên Hêzên Asîmanî yê Tirkiyeyê yê li Încirlikê bicîbûyî jî rola xwe ya di çarçoveya NATO û koalîsyonê de bi cî tînin. Operasyonên me yên dijî DEAŞê yên ku li Încirlik û baregehên din ên Tirkiyeyê tên kirin bi mitefiqên me yên tirk re di nav kordînasyoneke nêz û piştgiriya tam berdewam in. Operasyonên me yên hevpar û cuda jî dîsa dê bi kordînasyona nêz ve berdewam bikin."