Abdullah Tel
11 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 11 Cotmeh 2017
LONDON
Serokwezîra Qraltiya Yekbûyî Theresa May ji ser têlefonê bi Serokê DYAyê Donald Trump ra axivî.
Di daxuyaniya ji hêla Serokatiya Qraltiya Yekbûyî hat dayîn da hat gotin ku May û Trump fikr û ramanên xwe yên li ser peymana nukleerê ya bi Îranê ra, zêdekirina baca îtxalatê ya ji bo şirketa Bombardierê ku DYAyê zêde kir û êrîşa li Las Vegasê qewimî bi hev ra parve kirin.
Hat gotin ku Mayê di axaftinê da ji bo parastina peymana nukleerê ya bi Îranê ra biryardariya xwe îfade kir û li ser girîngiya çavdêrî û sepandina vê peymanê sekinî.
Wezareta Bazirganiyê ya DYAyê di biryara xwe ya meha borî da ji bo îtxalkirina jetên modela Cyê yên şirketa Bombardierê bac ji sedî 220 zêde kiribû.
Di vê navberê da Serokwezîr Mayê ji ber êrîşa li Las Vegasê qewimî xemgîniya xwe anî ziman û sersaxî da Trump.