Elif Orhan
24 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 24 Rêbendan 2018
ANKARA
Serokkomar Erdogan:
"Heta ku mensûbê dawîn ê rêxistina terorî ya ku 5 hezar tir û 2 hezar balafirên tijî çek danê bê berterefkirin dê ev operasyon dewam bike."
"Înşeallah em ê ji Minbicê dest pê bikin û li ser sînorên xwe vê lîstikê xera bikin û li herêma xwe vê musîbetê paqij bikin."
"Derdê me axa wê derê nîne, li wê derê bi cihkirina edaletê ye. Derdê me ew e ku ew 3 milyon û nîv Sûriyeyiyên li welatê min dijîn vegerin ser mal û milkên xwe."
"Yên ku piştgiriyê didin vê rêxistina ku bi destê wê va xwîna bi deh hezaran zarok, jin, pîr û bêgunehan heye û Tirkiyeyê bi 'dagirkeriyê' tawanbar dikin, Kurdayetî û sosyalistiyê daynin aliyekî, ez ji mirovtiya wan gumanbar im. Di rastiyê da em li Efrînê di heman demê da bi zihniyeteke ku dijminê hemû mirovahiyê ye ra jî şer dikin."
"Hêzên ku planên wan ên cuda li ser herêma me hene, me careke din bi amûrên wan dek û dolabên wan têk birin."
"Em dixwazin rêxistineke ku çekan dide destê zarokên 13-15 salî û jinên pîr yên haya wan ji dinyayê tuneye û wêneyên wan dikşîne têk bibin. Em dixwazin rêxistina ku kesên mihtacî loqek nan in diemilîne têk bibin."
"Emê ewilî koka terorîstan biqelînin û paşê jî wan deran bikin deverên jiyanê. Ji bo kê, ji bo 3,5 milyon Sûriyeyiyên ku em wan diezimînin.
"Di Operasyona Çiqlê Zeytûnê da şehîd û xaziyên me hene, lê bi şehîdên Artêşa Sûriyeyê ya Azad û bi şehîdên me va 7-8 şehîdên me hene. Digel vê di nav 4 rojan da bi qasî ku me tesbît kir li aliyê din jî 268 kes hatin berterefkirin. Ev ê bi biryardarî dewam bike. Em ê koka van biqelînin."
"Li dinyayê ez gelekî ku wekî me dildarê têkoşîneke ku di encamê da şehadet heye û bi eşq û sewda ber bi pê va dimeşe û dixwaze tim bimeşe nas nakim û lê rast nehatime."