"Heta îro me sebir kir, lê sînorê sebra me heye û divê her kes vê bizanibe."
Barzaniyê ku hewl dide hikûmeta nû ava bike li gel Alîkarê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Berhem Salih li ber mala xwe pirsên rojnamevanan bersivand.
Barzanî daxuyand ku hevdîtina wî û Recep Tayyîp Erdogan baş derbas bûye û wiha axivî:
"Sedema ziyareta me ew bû ku pêwendiyan pêş ve bibin û danûstandinê xurt bikin Ji bo vê em li ser navê herêma Kurdistanê çûn Tirkiyeyê û me bi birêz Erdogan û berpirsyarên dewletê ve hevdîtin pêk anîn. Ez dikarim vê eşkere bibêjim; der barê vejenê de me hevdîtin pêk anîn û me encamên baş bi dest xistin. Em dê hevdîtinên xwe bidomînin."
Barzanî li ser pirsa "Gelo we piştî hevdîtinan peyman îmze kir" wiha got:
"Ji bo sewqiyata neftê pirsgirêka Tirkiyeyê tune. Tevgera wan a der barê vê mijarê de zelal e. Her tim ji me re dibêjin 'neft a we ye, hûnê biryarê bidin. Anîna li vir û firotana li vir ji bo me ne pirsgirêk e."
Barzanî daxuyand ku ew dixwazin bi hikûmeta Bexdayê re li hev bikin lê ew nayên rê û wiha axivî:
"Armanca me ew e ku em li gor zagona bingehîn neftê bişînin û bifroşin. Ji bo vê em rêyekê digerin û me gelek hewl da. Lê heta niha di navbera Bexda û Hewlêrê de pêşveçûn çênebû. Para Kurdistanê ya ji sedî 17 nehat şandin. Mehaneyên karmendan nehat dayîn. Ez dikarim vê eşkere bibêjim; heta îro me sebir kir, lê sînorê sebra me jî heye û divê her kes vê bizanibe. Heke bê zanîn ku bi hikûmeta Bexdayê re lihevkirin çênabe, em ê jî li gor xwe tevbigerin."
"Em ê xendekan vedin"
Li ser pirsa xendekên li ser sînorê Iraq û Sûriyeyê jî Barzanî wiha got: "Em ji tu kesî re xendekan venadin. Ji bo ewlekariya Kurdistanê çi hewce bike em dê bikin. Ji bo ewlekariya gel hewce bike em ê xendekan vedin û têlan jî bikşînin. Ji bo dijminatiya hinekan em gavan navêjin. Xendekên li sînor tên vedan ji bo ewlekariya herêma Kurdistanê ye. Ji ber wê ez hêvîdar im ku ew kesên navê me reş dikin wiha tevnegerin. Em bi tenê wezîfeya xwe dikin."