Serokwezîr Davutoglu wiha got: "Alayên CHP û HDPyê, yên komên terorê û komên marjînal ên çepgir ligel hev bûn. Lewra CHPyê îro hevkariya xwe ya bi HDPyê ra eşkere kir."
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Ahmet Davutoglu li Bartinê di mitînga partiya xwe ya ku li Qada Komarê hat çêkirin da axivî.
Serokwezîr Davutoglu destnîşan kir ku îro rojeke biîbret bû û wiha xeberda: "Hevserokê HDPyê Demirtaş derket û got ji bo misilmanan Qebe çi be, ji bo karkeran jî Taksîm heman tişt e. Ji ber vê jî ez ji wî ra nabêjim Selahattîn, lewra ev navê Selahedînê Eyûbî ye. Selahedînê Eyûbî fermandarekî mezin ê kurd, tirk û ereban e ku Qudsê fetih kiriye."
- "Hevkariya wan eşkere ye"
Serokwezîr Davutoglu di xeberdana xwe da wiha got: "Min got ev rojeke biîbret bû. Alayên CHP û HDPyê, yên komên terorê û komên marjînal ên çepgir ligel hev bûn. Lewra CHPyê îro hevkariya xwe ya bi HDPyê ra eşkere kir. Wek mayîn di polîtîkaya Sûriyeyê da hevkariya CHP û DHKP-Cyê derket holê, lewra di pişt perdeyê da li cem hev in."