Xebata dîrokî ya der heqê sirgûnkirina Tatarên Qirimê de ku Serokatiya Komên Eqreba û Tirkên Derveyî Welêt (YTB) amade kiribû, bi protokola ku li avahiya Serokatiyê hat îmzekirin, dewrê Anadolu Agencyê (AA) hat kirin.
Protokola dewrkirinê Midûrê Giştî yê AAyê Şenol Kazanci û Serokê YTByê Kûdret Bulbul îmze kir. "Xebata Dîrokî ya di sala 1944an de Sîrgûna Tatarên Qirimê ya Devkî" di nav du salan de hat kişandin.
Kazanci piştî temaşekirina vîdeoya danasîna xebatê axivî û got ku ew di bin bandora van dîmenan de ma.
Kazanci got ku dê Tatarên Qirimê ku di sala 1944an de trajediyeke dilsoj di serê wan re derbas bû, bi saya vê xebatê, serboriya xwe bi belgeyan bîrbînin. Kazanci detnîşan kir ku xebat di navbera bûyerên borî û niha de bûye pirreyek e.
Kazanci hemû kesên ku keda wan di projeyê de heye pîroz kir û wiha got: "Bila ev wek nobedariya alayê derbasî ajansa me bibe. Înşallah em ê vê biparêzin û belav bikin. Em ê cardin dengê Tirkên Tatar ên Qirimê û yê hemû mezlûman bilind bikin, ragihînin dinyayê."
Kazanci destnîşan kir ku, divê bi îngilîzî û zimanên din jî jêrenivîs li xebatên bê zêdekirin û got ku ev dîmen dê li dinyayê deng vedin.
-Bûyerên li Qirimê qewimîn hatin qeydkirin
Serokê YTByê Bulbul jî got ku wan bûyerên li Qirimê qewimîn qeyd kirin û ev xebat wergerandin ser gelek zimanên din jî. Bulbul got ku armanca wan ew e ku ev vê xebatê pêşkêşî fîlmçêker û saziyên medyayê yên din jî bikin.
Bulbul got ku dê ev xebat bi rêya AAyê bigihîje gelek cihên din, di lêkolînên netewî û navneteweyî de li ser nirxandin bên kirin.
-Bi 246 şahidên bûyerê re hevdîtin hatin kirin
Li ser biryara Stalînê Serokê Yekîtiya Sowyetê di 18ê gulana 1944an de, bi sed hezaran Tatar di şevekê de ji malên xwe hatin komkirin û sirgûnkirin. Bi 246 şahidên bûyerê re hevpeyvîn hatin kirin û kişandina vê belgefîlmê du salan dewam kir.