Hikûmeta Iraqê li malbatên xiristiyan ên penaber ku xwe spartin Kerkûkê pere belav kir.
Hikûmeta navendî ya Iraqê alîkariya pereyan da malbatên ku ji ber êrîşên Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê ((DÎŞI) reviyan û bûn penaber. Xêra alîkariya pereyan gihîşt malbatên xiristiyan jî. Midûriyeta Koçberiyê ya Kerkûkê 900 dolar da hemû malbatên ku xwe spartine dêra Kalp Elakdesê û li dêrê nêzî 250 malbat hene.
Di dema belavkirina pereyan de Midûrê Koçberiyê ya Kerkûkê Ammar Sabah diyar kir ku ji ber êrîşên DÎŞIyê malbatên xiristiyan ên ku li Mûsil û derdora wê dijiyan mexdûr bûn. Sabah got ku malbat di nav şert û mercên zehmet de li dêrê dijîn û ji bo hê zêde bikaribin alîkariya wan bikin hewl didin.