Berdevkê Hikûmeta Almanyayê Steffen Seîbert da zanîn ku di mijara arîkariya çekan a ji bo Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) de hikûmet dê roja yekşemê biryara xwe ya dawî eşkere bike.
Seîbert li Navenda Çapemeniyê ya Federalê civîna çapemeniyê li dar xist û eşkere kir Almanya hê jî nirxandinên xwe di mijara li hember tehdîda DÎŞIyê ji HKIyê re şandina çek û sîstemên çekan de berdewam dike, hevdîtinên welatên eleqedar re jî berdewam dikin.
Seîbert destnîşan kir ku dema biryarê bidin dê bi hevkarên navneteweyî re tevbigerin û wiha axivî: "Serokwezîr Merkel dê roje yekşemê bi wezîrên eleqedar re bê bal hev û dê biryara dawî bê dayîn. Serokên partiyên siyasî yên ku hikûmeta koalîsyonê pêk tînin dê bên bal hev û tesdîqa siyasî bidin. Pişt re dê vê biryarê ji raya giştî re eşkere bikin."
Seîbert got ku dê roja duşemê di Parlementoya Federal de di mijara arîkariya leşkerî ya ji bo HKIyê de rûniştineke taybet bê kirin û Serokwezîr Merkel dê di rûniştinê de li ser navê hikûmetê daxuyaniyan bide.
Berdevkê Wezareta Parastinê Jens Flosdorff li ser pirsa 'arîkariya çekan a Almanyayê dê kengî bigihêje Herêma Kurdistana Iraqê' got ku di vê merhaleyê de nikare dîrokeke teqez bibêje. Flosdorffgot ku di mijara der barê sîstemên çekên ku dê bişînin de perwerdeya ku divê bidin pêşmergeyên Herêma Kurdistanê de li ser planên cuda xebatên wan berdewam dikin.
Flosdorff der barê hûrguliyên arîkariya leşkerî ya ku tê de çek tunin a ku Almanyayê hefteya borî biryar dabû de jî agahî dan û da zanîn ku 4 hezar kaskên leşkerî, 4 hezar êlegên ku mirov ji guleyan diparêzin, 680 berçavkên dîtina şevê û 700 telefonên bê tel ji bo sewqiyatê li baregaha leşkerî amade ne. Berdevk Flosdorff wiha axivî: "Em li bendê ne biryar bidin ku ka dê kengî vê sewqiyatê bikin."