Fatih Gazioğlu
13 Gulan 2017•Rojanekirin: 14 Gulan 2017
RAMALLAH
Hilbijartina herêmî ya li Şerîeya Rojava ya ku bi tenê hereketa Fetihê beşdar dibe dest pê kir.
Komên filistînî yên din bi hinceta ku 'rewşeke demokratîk nîne' beşdarî hilbijartinê nabin.
Hemas, Îslamî Cîhad, Eniya Rizgariya Gel a Filistinê ku hereketeke çepgir e hilbijartinê boykot dikin.
Dengdayîn serê sibê di saet 07.00an de dest pê kir û wê êvarê di saet 19.00an de xilas bibe. Li Rojavayê Şerîeyê nêzî milyonek û 143 hezar hilbijêr hene û wê ji bona 145 şaredariyan raya xwe bidin.