Muhammet Kurşun
07 Tebax 2017•Rojanekirin: 08 Tebax 2017
REMELLAH
Melikê Urdinê Ebdullahê 2yem çû bajarê Remellaha Şerîaya Rojava.
Melik Ebdullah piştî 5 salan çû Remellahê û ji aliyê Serokê Filîstînê Mehmûd Ebbas û berpirsên din ve hat pêşwazîkirin. Di merasimê de sirûdên neteweyî hatin lêdan.
Li gor xebera ajansa resmî ya Filîstînê WAFAyê herdu lîderan rewşa halê hazir a Filîstînê û îxlalên Îsraîlê yên li Mescida Eqsayê guftûgo dikin.
Ebdullah herî dawîn 2012an çûbû ziyareta Filîstînê.