Nihat Kavşut,Abdullah Tel,Fatih Gazioğlu
13 Gulan 2017•Rojanekirin: 14 Gulan 2017
DARUSSELAM
Girava Zanzîbarê ya li Afrîkayê bi çand û mîmariya xwe rengê medeniyetên Afrîka, ereb, hind û Ewropayê di xwe da dihewîne.
Zanzîbar bi destê mihacirên ji Îranê hatiye avakirin û navê wê ji farisî ji peyva "zengî bar" tê û meneya wê "perava reşikan" e.
Li Girava Zanzîbarê rêç û rengê ereb û farisan heye û bi salan di destê îngiliz, umanî û portekizan da maye.
Girava Zanzîbarê îro perçeyekî Tanzanyayê ye û cî û warên wê yên dîrokî di sala 2000î da ketiye Lîsteya Mîrateya Dinyayê ya UNESCOyê û navê wê Stone Town e.
Li bajêr piraniya avahî tên restorekirin û bajarekî dîrokî ye. Wesaît nikarin bikevin kuçeyên teng yên Zanzîbarê.
- Warê zenaet lê vediguhere hunerê
Li kêlek û li ber şêmîkên hemû malên li bajêr pêpelûk hene. Li ser van pêpelûkan mêvan tên pêşwazîkirin û qehwe û şîranî tê dayîn. Îro jî ev pêpelûk foksiyona xwe bi ci tînin û xelkê taxê li ser lîstika jê ra dibêjin "bao" dilîzin û jinên taxê li ser van pêpelûkan bi hev ra sohbet dikin.
Li bajêr deriyên malan jî neqişandî ne. Li dinyayê wek "deriyên Zanzîbarê" tên zanîn û perçeyekî çanda hindan e. Li ser hin deriyan ayetên Qur'ana Pîroz hene.
Di avahiyên ji kevir hatine çêkirin da şaneşînên darîn î dirêj û şibakên derdikevin derva hene.
- Berhemên herî kevn ên Sahraaltiyê li giravê ne
Li gor çavkaniyên dîrokî di heyama Harûnê Reşîd Xelîfeyê Ebasiyan da Zanzîbar û Pembe jî di nav da li gelek giravên herêmê bajar hatin avakirin.
Wisa tê texmînkirin ku mizgefta 70 kes tê da bi cih dibin û di dema kolanên arkeolojîk da derketibû meydanê li Afrîkaya Sahraaltiyê berhema herî kevn e.
Di kolanên li herêma Unguja Ukuuyê yên di sala 1865an hatibûn kirin da dînarek hatibû dîtin û hatibû gotin ku ew dînarê sala 797an e.
- Şopên koletiyê li her derên giravê hene
Li her kuçe û kolanên giravê şopên heyama koletiyê hene. Li giravê dema mirov çavê xwe digerîne dibîne ku xaniyên mezin ên bi şeml û goristanên balkêş hene û ew jî piranî aîdê kesên bazirganê koleyan bûne.
"Bazara koleyan " û "Girtîgeha koleyan" a ku niha li serê dêreke mezin heye ji bo ziyaretvanan êş û kederên wê demê piçek be jî radixe ber çavan.
Kesên wek kole dihatin firotin ji qewm û qebîleyên wan dihatin revandin û ew di nav miletê xwe da qismekî wan xwedî kar û bar bûn. Kole di du odeyên li hemberî hev da digirtin û nedihiştin bi hev ra xeberdin.
Cesedên koleyên ku ji cih, war û malbatên xwe dibûn jî datanîn keviya rê.
Bazirganên koleyan dema digihîştin Zanzîbarê ewilî diçûn gumrukê û ji bo her koleyê ku sax anîne bac didan.
Di nav koleyan da yê herî biha jin û zarok bûn. Di nîva duyemîn a sedsala 19mîn da bazarên koleyan gelekî zêde bûn. Ji koleyên li vê derê dihatin firotin qismekî wan diçûn heta Hindistan û Amerîkaya Başûr.
- "Ereb mecbur man û girav terk kirin"
Lêkolînerê dîrokê Amîr Mihemed der barê dîroka girava Zanzîbarê agahî da nûçegehinê AAyê.
Mihemed got ku cara ewil di sedsala 8emîn de faris hatine vê derê û piştî wan jî ereb hatine. Mihemed got ku bi hatina ereban li giravê gelek guherîn çêbûne û nêzî 200 salan girav wek giraveke misilmanên ereb dihat nasandin.
Mihemed wiha axivî:
"Ev girav bi bazîrganiya kole û diranê fîlan tê nasîn. Paşê Ewropayî tên vê derê. Kole û diranên fîlan li vê derê dihatin komkirin û ji difrotinê Ewropa û Rojhilata Navîn. Di sala 1964an da li giravê şoreşek çêdibe. Piştî vê gelek erebên li giravê koç dikin. Niha li giravê 2 hezar ereb tenê mane. Ji Tanzanyayê gelek mirov ji bo ku şol bikin tên vê derê. Îro li vê derê hikûmeteke Afrîkayê heye û bi Tanganîkayê re bûye yek."