ERBÎL
Serokê Herêma Kurdîstana Iraqa Federal (HKIF) Mesûd Barzanî, der heqê encamên hilbijartina parlementoya 2013an de daxuyaniyeke nivîskî da.
Daxuyaniya Barzanî li ser malpera fermî ya herêmê hat dayîn û di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li herêmê hilbijartin di nav aramî û ewlehiyê de hat kirin û Barzanî ji bo vê, spasiyên xwe pêşkêşî gel kir.
Barzanî îfade kir ku hilbijartin bi awayekî serkeftî hat kirin û got ev yek ji bo demokrasiyê girîng e.
Barzanî di daxuyaniyê de wiha got: "Ewlehiya li herêmê, divê di ser her tiştî de be. Divê her kes, ji encamên ku ji aliyê Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind ve dê bên diyarkirin re rêzê bigre."
Barzanî ji xelkê xwest ku li gor pergala demokratîk tevbigerin.