BERLIN
Li Almanyayê hilbijêr ji bo ku Meclîsa Federal ya dewra 18emîn (Bundestag) hilbijêrin diçin li ser sindoqan.
Hilbijartinê di saet 08.00an de dest pê kir û dê heta saet 18.00an bidome. Hilbijêr serê sibê çûn navendên hilbijartinê ku dengê xwe bavêjin.
34 partî beşdarî hilbijartinê dibin. 4451 berendam ji bo ku herin Bundestaga ji 598 kesan pêk tê pêşbaziyê dikin.
Li gor sîstema hilbijartinê bi tena serê xwe desthilatî hema hema ne mumkun e.
Li Almanyayê mafê 61,8 milyon kesan heye ku deng bidin û ji 5 dengdêran yek, ji 70 saliyê mezintir e.