DIYARBAKIR
Çalaksaz Cem Şîrînê Diyarbekirî, ji bo ku piştgiriyê bide pêvajoya çareseriyê dê ji Diyarbekirê heta Îstanbulê bimeşe.
Şîrîn li hewşa Cemiyeta Rojnamevanên Başurê Rojhilat civîneke çapemeniyê li dar xist û diyar kir ku ew bi eslê xwe Diyabekirî ye lê li Ankarayê dijî.
Şîrîn çalakiya xwe wek "Ez li xwe digerim" bi nav dike û ji xwe re jî dibêje werzîşvan û gerok. Şîrîn ji bo ku piştgiriyê bide pêvajoya çareseriyê, par di 25ê îlonê de jî, ji Ankarayê heta Diyarbekirê meşiyabû.
Şîrîn diyar kir ku Konya, Aksaray, Adana, Osmaniye, Gazîantep, Şanliurfa, Mardîn û Diyarbekir jî di nav de, di 52 rojan de bi tevahî hezar û 453 kîlomitroyan meşiya ye û wiha got: "Îsal jî ez dê ji Diyarbekirê heta Stenbolê bimeşim. Rojê dixwazim nêzîkî 30-40 kîlomitroyan bimeşim. Ez dê li benzînfiroşan û gundan bêhna xwe bidim û bi giştî jî ez ê di konan de bimînim. Li cihên ku min bêhna xwe veda jî ez dê hewl bidim ku behsa aşitî, biratî, xweşbîniyê bikim ku bila haya mirovan jê hebe û pêşdaraz ji holê rabin. Ez hewl didim ku haya her kesê ji aşitî û biratiyê çêbe."