Rêvebiriya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) ragihand ku dê di destpêkê de 200 pêşmergeyên biçek bişîne herêma Kobanêyê ya ku lê şer berdewam dike.
Parlementerê Eniya Tirkmenan Aydin Marûfê ku beşdarî rûniştina girtî ya Parlementoya HKIê bû daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Di rûniştinê de Wezîrê Pêşmergeyan Mistefa Seyîd Qadir got ku dê di serî de 200 pêşmergeyên çekdar bişînin Kobanêyê. Wezîr got ku dê pêşmerge ji ser rêya Silopî-Nisêbîn û Sirûcê re derbasî Kobanêyê bibin."
Parlementer Marûf got ku Wezîrê Pêşmergeyan wiha gotiye: "Pêşmerge li ser daxwaza Tirkiyeyê û bi alîkariya Tirkiyeyê diçin Sûriyeyê. Partiyên Kurd ên Sûriyeyê hê zêdetir alîkariya çekan dixwazin. Her wiha ji sala 1960î vir ve cara ewil ji Iraqê leşker dişînin herêmeke din. Ev jî bû nesîbê pêşmergeyan."
Parlementoya Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) pêşmergeşandina Kobanêya navçeya Sûriyê bi yekdengiyê qebûl kir.