Hat ragihandin ku partiyên kurd ên li Sûriyeyê û Partiya Yekîtiya Demokratîk a Gelan (PYD) i hev kirin.
Partiyên kurdan li Dihokê di serokatiya Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî de civiyan û civînê 10 rojan dewam kir. Tê gotin ku wê nûnerên partiyên kurdan piştî ku bi Barzanî re axivîn wê daxuyaniyeke hevbeş bidin.
Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Sûriyeyê Siûd Mele daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Me ji bo rewşa Herêma Kurdistana Sûriyeyê bi PYDyê re li ser mijarên siyasî, leşkerî û îdarî li hev kir."
- Di ciyê kantonan de statuyên bajêran
Endamê Konseya Neteweyî ya Kurdan a Sûriyeyê (ENKS) Nurî Brîmo jî wiha got: "Heger pêvajo pêk were wê sê kantonên ku PYDyê îlan kir statuyên bajêr hildin. Li herêmê wê îradeyeke siyasî, rêvebirî û leşkerî yên hevbeş pêk werin."
Li Rojavayê di mijara rêvebirinê de di navbera PYDyê û partiyên din ên kurdan de nîqaş hebûn. Li ser daxwaza Barzanî di 11ê tîrmeha 2012an de Peymana Hewlêrê hatibû îmzekirin û partiyên kurdan di bin banê "Konseya Bilind a Kurdan" de hatibûn bal hev. Lê ji ber ku PYD bi rejima Esed re tevgeriya û rê li ber partiyên din ên kurdan girt, peyman pêk nehat.
Piştî ku PYDyê kantonên Efrîn, Cizîr û Kobanêyê îlan kir, têkilî zêtetir qut bûn. 4 partiyên siyasî di bin banê Partiya Demokrat a Kurdistanê de hatin bal hev û PYD tawanbar kirin ku di projeyên xwe de pêkutiyê dike.