Elif Orhan
01 Mijdar 2017•Rojanekirin: 02 Mijdar 2017
HEWLÊR
Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) da zanîn ku ji ber daxuyaniya Serokwezîr Heyder Ebadî ya wekî "dê mehaneyên karmendên li herêmê bidin" memnûn bûn.
Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji hikûmeta HKIyê hat dayîn de hat gotin ku "Lijneya Wezîran a HKIyê ji ber daxuyaniya ku Îbadî ji bo dayîna mehaneyên milyonek û 249 karmendan da, memnûn e."
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji bo karmendên ku bi awayekî elektronîk qeyda wan hatiye kirin budçeya mehane nêz, 71 milyon dolarî ye.
Di daxuyaniya HKIyê de cî dan belavbûna peywira karmendên ku hikûmeta navendî ya Iraqê dixwaze ku mehaneyên wan bide û agahiya "266 hezar pêşmerge, 483 polês û peywirdarên hikûmetê, 159 hezar kesên astengdar û yên ku arîkariya civakî distînin, 96 hezar xizmên şehîdan û 244 hezar teqawîd" hat dayîn.
Ebadî di daxuyaniya duh de, dabû zanîn ku dê di demek nêz de mehaneyên pêşmerge û hemû karmendên li HKIyê bidin.