Elif Orhan
01 Mijdar 2017•Rojanekirin: 02 Mijdar 2017
LONDRA
Serokwezîra Îngilistanê Theresa Mayê der heqê geşedanên ku di navbera hikûmeta Bexdayê û Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) de diqewimin got ku "Em dixwazin ku li Iraqê lihevkirina siyasî bibînin. Em bangî hemû aliyên li welêt dikin ku sekan bibin, diyalogê bikin û vê mijarê bi rêya diyalogê pêş bixin."
May beşdarî rûniştina "Pirsên ji Serokwezîr" a ku her heftî li Meclisa Ewamê ya şaxa jêr a Parlementoya Brîtanyayê tê lidarxistin bû û bersiva pirsên parlementeran ên der heqê rojevê de da.
Jack Loprestiyê parlementerê Partiya Mihafezakar a ku May serokatiya wê dike di rûniştinê de axivî û diyar kir ku meha borî HKI ziyaret kir û ji ber têkoşîna ku dijî DEAŞê didin pesna hewldanên pêşmerge da.
Loprestî nirxandina têkoşîna ku hêzên pêşmerge ya dijî DEAŞê didin "ji bo pêkanîna ewlehiya kolanên Îngiltereyê jî heyatî ye" kir û pirs kir ku hikûmeta Mayê ji bo daxwaza serxwebûnê ya HKIyê piştgiriyeke çawa da.
Mayê jî bi bîr xist ku li herêmê bi hevkarên navneteweyî û koalîsyona gerdûnî re dijî DEAŞê têkoşîn didin û wiha axivî: "Ji destê DEAŞê ax derdikeve. Tesîra çalakiyên me ser rêxistinê çêbûn. Li çavkaniyên wê yên malî hat xistin. Serokên wan hatin kuştin. Şervanên wan demoralîze bûn. Lê belê em dixwazin ku li Iraqê lihevkirina siyasî çêbe, li Sûriyeyê jî çareseriyeke siyasî ya ku ji DEAŞê re bingeheke ewledar dernexîne holê bibînin."
Serokwezîrê der heqê geşedanên ku piştî referandûma nemeşrû ya HKIyê ya di 25ê îlonê de qewimîn de jî wiha axivî: "Me her dem wek hikûmet got ku pêvajiyeke der barê serxwebûnê de divê bi hikûmeta Iraqê re li hev bikin û me vê bi awayekî eşkere got. Em dixwazin ku li Iraqê lihevkirina siyasî bibînin. Em bangî hemû aliyên li welêt dikin ku sekan bibin, diyalogê bikin û vê mijarê bi rêya diyalogê pêş bixin."