ŞAM
Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê (RMMS) daxuyand ku hêzên artêşa Esed, ji hewa û bejahiyê êrîş hin bajarên ku di bin kontrola muxalifan de nin kirin. Di operasyonan de li Helebê 99, li Şamê 17, li Xûmûsê 9, li Derayê 6, li Hamayê 4, li Îdlibê 2, li Deyrûz Zorê 1 bi tevahî 169 kes mirin.
- 30 bombeyên warîlê ve êrîşî Helebê kirin
Berpisyarê medyayê yê Komîteya Koordînasyona Herêmî ya Sûriyeyê Ehmed Mihemed Elî, daxuyanî da nûçegihanê AAyê. Elî, daxuyand ku balafirên hêzên Esed bi 30 bombeyên warîlê ve êrîşî 15 herêmên ku di bin kontola muxalifan de nin kirin. Bi van êrîşan ve herêm wek ku xirab û wêran bû û mirov ji herêmê direvin. Elî wiha axivî: