07 Mijdar 2015•Rojanekirin: 08 Mijdar 2015
ŞAM (AA) - Hat destnîşankirin ku balafirên şer ên artêşa Sûriyeyê li Dumayê êrîşî herêma di destê mixalifan da kirin û di êrîşa hewayî da 10 kes hatin kuştin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji rayedarên parastina sivîl wergirt, balafirên şer ên artêşa Sûriyeyê li Dumayê êrîşî herêma di destê mixalifan da kirin û di êrîşa hewayî da 10 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.
Hat destnîşankirin ku ji ber êrîşê li herêmê xisareke mezin çêbû û tê gotin ku di bin avahiyan da mirî û birîndar hene.
Ev demeke dirêj e hêzên Esed Duma dorpêç kirine û li herêmê av û ceyran tuneye û gel ji bîran ji xwe ra avê derdixe.
Hêzên Esed li Dumayê bi balafiran bombeyan diavêjin sûk û bazaran û mixalif jî li dorbera Dumayê bi çekên sivik li dijî hêzên Esed şer dikin.