ÎSTANBUL
Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Şoreşger û Muxalifên Sûriyeyê (KNŞMS), êrîşa rêxistina Dewleta Îslamê ya Şam û Iraqê (DÎŞI) ya ku bire ser buroya Anadolu Agencyê (AA) ya Helebê û dest da li ser hemû cîhazên AAyê şermezar kir.
KNŞMSê daxuyaniya nivîskî da û di daxuyaniyê de hat gotin ku ev êrîş ji bo ku AA der heqê koma radîkal DÎŞIyê de nûçeyan çêneke hat kirin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Êrîşa DÎŞIya dijminê gel, bi daxuyaniya heyeta navneteweyî ya der barê dîmenên êşkenceyan yên ku rejîma Sûriyeyê bi rêk û pêk li gel dike hat kirin. Bêguman ev dîmen, sûcên şer didin nîşan. Di destê heyeta navneteweyî de ji 50 hezarî zêdetir wêneyên tirsnak hene. Ev wêne jî belgeya êşkenceyên bi rêk û pêk e ku rejîma Esed aniye serê girtiyan. Êşkenceyên wehşiyane li girtiyan kirine."
Di daxuyaniya KNŞMSê de hat diyarkirin ku DÎŞIyê li herêmên ku beriya niha kontrola wan bi dest xistibû, xwe dida ber mafên mirovahiyê yên gelên wê derê û nedihîşt gel bi azadî fikr û ramanê xwe bîne zimên û mafê jiyana gel asteng dikir. Gelê Sûriyeyê ev rêxistina biyanî di nav xwe de nehewand û ji bo nerazîbûna xwe ya hemberî vê rêxistinê li giştiyê welêt çalakî li dar xist.
DÎŞIyê duh êrîş bir ser buroya AAyê ya Helebê û dest da ser hemû alavên teknîkî. Ji bilî vê milîtanan dest dabû ser du wesayîtên nûçegihanên herêmî. Rêxistinê demek berê çend nûçegihanên herêmî û wênekêşê rojnameya Milliyetê Bunyamîn Aygun jî revandibû.