Ferizat Kaya
12 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 12 Tîrmeh 2017
HATAY
Hat ragihandin ku li Sûriyeyê hêzên Esed êrîşî Çiyayê Tirkmenan kir. Li gorî agahiyên ewil 10 kes hatin kûştin.
Li gorî çavkaniyên herêmî hêzên rêjimê danê şev, gelek mewzî û cihên di destê tirkmenan de dan ber bombeyan.
Di êrîşa ku Zeytîncîk û Çiyayê Ebû Elî hedef hat girtin de 10 kes hatin kuştin, 3 kes jî birîndar bûn.
Birîndar rakirin nexweşxaneyên sehrayê yên li harêmê. Erîşa li herêmê dewam dike.