14 Sibat 2016•Rojanekirin: 15 Sibat 2016
ANKARA
Hat ragihandin ku Serokwezîr Ahmet Davutoglu li ser têlefonê bi Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel ra axiviye û gotiye ku ew ê destûrê nedin çalakiyên êrîşkar ên PYDê, hêzên ewlehiyê bersîv da PYD/YPGê û wê bidê jî.
Li gor daxuyaniya ku ji Mişawiriya Çapemeniyê ya Serokwezîriyê hat dayîn, Davutoglu bi Şansolye Merkel ra bi têlefonê axivî, di axaftinê da Davutoglu bi Merkelê ra li ser geşedanên ser sînorê Sûriye û Tirkiyê sekinîn û agahî dan hev.
Li gor daxuyaniyê Davutoglu ragihand ku PYD/YPGya şaxa PKKya rêxistina terorê ya li Sûriyê bi piştgiriya esmanî ya Rûsyayê va li bakurê Sûriyê, êrîşî Azez û Tel Rifata ku pir nêzî sînorê Tirkiyê ne, dike û di êrîşan da hewl dide ku bi sed hezaran sûriyeyiyên sivîl ên ku li vir dijîn ji cih û warên xwe bibin û krîzeke mirovahî ya nû derkeve.
Davutoglu diyar kir ku bi van çalakiyên PYD/YPGê va dibe ku koçeke bi sed hezaran kesî va dest pê bike û ne tenê Tirkiyê di heman demê da Yekîtiya Ewropayê jî bixe tengasiyê. Davutoglu destnîşan kir, ji van çalakiyên êrîşkar ên PYDê ra destûrê neyê dayîn, hêzên ewlehiyê bersîva PYD/YPGê dan û wê dewam bikin û bidin jî.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:
"Şansolye Merkelê got ku di çarçoveya van agahiyan da koçeke nû dibe sedema fikarê û ji bo tevkariya welatê me diyar kir ku ew NY û YE ji bo alîkariya mirovahî/teknîkê amade ne."