Fatih Gazioğlu
28 Tebax 2019•Rojanekirin: 28 Tebax 2019
Eskerên Îsraîlê li Şerîeya Rojava ya ku hatiye dagirkirin 14 Filistînî binçav kirin.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya artêşa Îsraîlê, li çend herêmên Şerîeya Rojava bi şev li dijî malên Filistîniyan operasyon hatin kirin û bi îdiaya ku "beşdarî bûyerên terorê bûne" 14 Filistînî hatin binçavkirin.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin Filistîniyên binçavkirî ji bo jêpirsînê sewqî navenda binçavkirinê ya li herêmê kirin.
Li Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilat ya ku dagirkirî, hêzên Îsraîlê gelek caran di ser malan da digirin û bi îdiayên cuda Filistîniyan binçav dikin.
Filistîniyên tên binçavkirin ên di nav da jin û zarok jî hene bi rojan li navendên binçavkirinê tên girtin.
Li gor çavkaniyên fermî yên Filistînê di girtîgehên Îsraîlê da 500 jê girtiyên îdarî, 220 jê zarok ji 5 hezarî zêdetir Filistînî hene.
Îsraîl bi navê "girtîbûna îdarî" va Filistîniyan li gor îstixbaratê di navbera mehek û 6 mehan da digire.
Heke biryar were dayîn ku girtî ji bo "Ewlehiya Îsraîlê talûke ye" hakimê eskerî bêyî ku sûc îsnad bike dikare wextê girtîbûnê heta 6 salan dirêj bike.