KAHİRE
Dorpêça leşker, polês û koma "baltecî" ya li derdorê Mizgefta El-Feth didome.
Ji mizgeftê qêrîn hil dibin û yên ku derdikevin derve jî tên girtin.
Mûxabirê AAyê Hîba Zekeriya ji bo ku bûyerê bişopîne çû Mizgefta El-Feth lê belê ew jî di hundur de hêsîr ma. Hiba Zekeriya dibêje ku xwepêşandêrên ku derdikevin derve tên girtin û di hundurê mizgeftê de jî milet di cihê xwe de sekiniye û bi fikar e.
Zekeriya anî ziman ku ji duh êvarê pê ve ye di mizgeftê de ne û ev 15 saet in di şert û mercên dijwar de bendewar in. Her wiha got ku di mizgeftê de jin û zarok jî hene.
Mûxabirê TRTê Metîn Tûran jî di hundurê mizgeftê de hêsîr maye û dibêje ku hevdîtin didomin û her wiha dixwazin ku her kes bi hevdu re ji mizgeftê derkevin.
Di çavkaniyan de ev yeka hat gotin: "Hin xwepêşandêrên ku di Mizgefta El-Feth de ne êrîşê Qerekola Ozbekiye kirine û bûne sedema xerabkirina avahiyeke dewletê ya li Qada Ramsesê. Ji ber vê yekê hêzên ewlekariyê dê kesên ku ji mizgeftê derkevin kontrol bikin, heke bê sûc bin dê serbest bin."