22 Sibat 2017•Rojanekirin: 23 Sibat 2017
HEWLÊR
Siyasetmedarê Dêrîn û Şareza li Iraqê Hesen Elewî, diyar kir ku Iraq di rastiya xwe de parçe bûye û tenê ji aliyê cografî û tarîxî ve heye: "Iraq niha tenê tabîreke cografî û tarîxî ye. Ax dabeş bûye. Herwiha mirov jî dabeş bûne. Ne ku nîştimanê sunnî û şiî. Herwiha nîştimanê taîfî û Iraq jibîr çûye. Niha dilsozî bo nîştiman û axê nemaye. Mezheb ew nehişt."
Hesen Elewiyê ku yek ji siyasetmedarê herî kevn û bitecrube bû li Iraqê, herwiha kesekî nêzîkî Seddam Huseyin jî bû serdema dawîn û rewşa halê hazir a li wî welatî ji bo peyamnêre Ajansa Anadoluyê şirove kir.
- "Piraniya desthilatdaran sunnî bûn lê desthilat ne sunnî bû"
Elewî mudaxele û siyaseta Emrîkayê ya li ser Iraqê rexne kir û got: "Di serdema Seddam Huseyîn de nîştiman bê azadî bû. Lê niha jî azadiyeke bê nîştiman heye. Iraq îro ne demokrasî ye ne jî dîktatorî ye. Di nava demokrasî û dîktatoriyê de ye. Em dikarin bêjin demokrasiya sepandî."
Di meseleya sunnîtî û şiîtiya Iraqê de û liserhikûmbûna sunnîmezheban Elewî nêrîne cuda anî ziman û nirxandineke wiha kir:"Sunnî ji 1921 heta 2003an li Iraqê desthilatdar bûn. Piraniya desthilatdaran sunnî bûn lê desthilat ne sunnî bû. Me rojekê desthilatdar nedîtin ku li Camiya Îmam Ebû Henîfe nimêj kiribin. Yan jî li camiya şêxê yekem ê tesewwifê Ebdulqadir Geylanî. Navê tu cadeyan ji bo rêza şiiyan nebû Ebdulmelîk bîn Merwan. Emewî bû. Loma hikûmet ne sunnî bû. Yanî sunniyan tu carî sîstem nekir sunnî. Lê dema şiî hatin ser hukim xwestin sîstemê bikin şiî. Hemû dam û dezgehên dewletê bûn Huseyniye, Zeynebiye û şiiye."
Herwiha destnîşan kir ku Iraq halê hazir parçe bûye û tenê wek navekî cografî û tarîxî maye:
"Iraq niha tenê tabîreke cografî û tarîxî ye. Ax dabeş bûye. Herwiha mirov jî dabeş bûne. Ne ku nîştimanê sunnî û şiî. Herwiha nîştimanê taîfî û Iraq jibîr çûye. Niha dilsozî bo nîştiman û axê nemaye. Mezheb ew nehişt."
- Hesen Elewî kî ye?
Hesen Elewî sala 1936 li Kerade Merîmiya Bexdayê hatiye dinyayê. Ewî di gelek astên cuda cuda yen dewletê de wezîfe wergirtiye. Wêneyên wî digel gelek serkirdeyên Iraqê hene. Wêneyên xwe yên digel Seddam Huseyîn hê jî veşartî dihêle.