13 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 17 Rêbendan 2017
BEXDA
Bi hezaran welatiyên ku li meydana Bexdayê û ber walîtiya Besreyê civiyan gendeliya heyî û bêewlebûna berdewam protesto kirin.
Xwepêşandanên ku li Meydana Tehrîrê ya Bexdayê û li ber Walîtiya Besreyê kombûn daxwaz ji Serokwezîr Heyder el-Ebadî kirin ku li şûna wezaretên Navxwe û Bergiriyê namzedên teknokrat tayîn bike û xwestin ku Qomîseriya Bala ya Hilbijartinê ku li ser esasê partîgiriyê ava bûye û bi kesên bi serbixwe re biguherîne.
Di esnayê xwepêşandanan de hemû rêyên ku diçin Meydana Tehrîrê û ber Walîtiya Besreyê ji çûnûhatinê re hatin girtin.
Alîgirên Pêşengê Şîî Muqteda es-Sedr, 3 roj berê li Tehrîrê li dijî rewşa ewlehiyê çalakiya rûniştinê kiribûn. Hêzên asayîşê jî çalakiya wan bi zorê asteng kiribû.
Ji xeynî Bexda û Besreyê, li Zîqar, Dîwaniye û Wasitê jî xwepêşandanên li dijî gendeliyê hatin kirin.
Di raporên Rêxistina Şeffafiyetê ya Navneteweyî de, Iraq wek welatê ku herî zêde gendelî lê dibe hatiye qeydkirin.