13 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 14 Rêbendan 2017
Îdlib-Şam
Li Sûriyê sivîlên ku li deverên di bin kontrola muxalifan de dijîn, piştî nimêja înê ji ber îxlalkirina agirbesê rejima Esed û piştgirên wê protesto kirin.
Sûriyên ku li navçeya Maret en-Nûman ku girêdayê Îdlibê ye kombûn di destê xwe de dowîzên ku Esed û hevalbendên wî dihatin dihatin şermezarkirin bilind kirin.
Herwiha Sûriyên ku li herêma Xutaya Rojhilat ku girêdayê Şama paytext e kombûn di destê xwe de dowîzên li ser wan "Şoreş me digihîne hev" û "Ey Dinya, zalim agirbesê xera dikin" bilind kirin û meşiyan.