Fîrmayên otobêsan yên tirkiyeyê yên ku di rêya Stenbol-Hewlêr-Silêmaniyê de diçin û tên, ji bo iraqiyan seferên otobêsan zêde kirin û derxistin 20 seferan.
- Ciwanên ereb, Tirkiyeyê tercîh dikin
Ji ber ku li Selahaddîn, Diyala, Enbarê pevçûn dewam dikin, ereb ji van bajaran direvin û xwe dispêrin Silêmaniya bajarê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI). Iraqî li vir otobêsan siwar dibin û berê xwe didin Stenbolê.
Rêvebiriya herêma Kurdistanê ji ber sedema zêdebûna bêkariyê, tenê rojekê vîzeyê dide ku ciwanên ezeb ên ereb derbasî Tirkiyeyê bibin. Ji ber vê çendê gelek ciwan li otobêsan siwar dibin û berê xwe didin Tirkiyeyê.
Alî Abdurrahmanê ku li Silêmaniyê di fîrmayeke otobêsan ya Tirkiyeyê de dixebite got ku malbatên iraqî ji ber ku li Tirkiyeyê şert û mercên jiyanê baştir in û ji bo ku li Tirkiyeyê ji Neteweyên Yekbûyî (NY) alîkariyê bistînin diçin Tirkiyeyê.
- "Em rojê bilêta 200 kesî dibirin"
Abdurrahman got ku ew rojê bilêta 200 kesî dibirin û wiha dewam kir: "Ev mirov serî li NYê didin û dixwazin ku li Tirkiyeyê an jî li welatekî din bibin penaber."
Îbrahîm Ahmet ji bo ku bi malbata xwe ve biçe Tirkiyeyê bilêta xwe birî. Ahmet got ku ew ji bajarê Diyalayê hatin û dê li Silêmaniyê otobêsê siwar bibin û biçin Stenbolê.